Hakan Fidan, bi Sergey Lavrov re bi telefonê axifî

Hakan Fidan, bi Sergey Lavrov re bi telefonê axifî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di rêya telefonê de bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê bi Sergey Lavrov re axifî. Di axaftinê de her dû wezîr li ser têkiliyên duqolî û pirsgirêkên herêmê axifîn.

Axaftina Fidan ya bi Lavrov re ket berya civîna Rûsya û Ûkraynayê ya ku li bajarê Îstenbol a Tirkiyê bêkirin. Li gor ragihandina çapemeniyê; her dû wezîr li ser çareseriya aştiya navbera Rûsya û Ûkraynayê axifîne.

Serokê Ûkraynayê Zelenskiy ragihandibû ku dixwaze li Îstenbolê bi Putin re bicive û serokê DYAyê Trump îro ragihandibû ku dibe roja Pêncşemê seredana Tirkiyê bike ku bo wî civîna heyetên Rûsya-Ûkraynayê gelek girîng e.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.