Papa yê XIVem Leo seredana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Serokê dînî yê Katolîkên dinyayê XIVem Leo, bi sedema salvegera 1700em ya 1em Konsili Îznîkê plan dike ku seredana Tirkiyê bike.
Selefê wî Papa Francis nikaribû seredana navborî bike lê Papa yê nû amadekariyê dike da seredana Tirkiyê bike.
Li ser ku wê seredana Tirkiyê bike an neke Papa XIVem Leo got:
“Ez vêya dizanim. Em xwe amade dikin.”
Kosili yekem ya Îznîkê bo temamê mezhebên Xîrîstiyanan wekî dewrekî dîrokî tê qebûlkirin. Kosili di sala 325an de hatibû kirin, di konsilê de, li ser mijarên olî munaqeşe hatibûn kirin û biryarên wan hatibûn dayîn.
Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.




