Îranê banga aramiyê li Hindistan û Pakistanê kir

Îranê banga aramiyê li Hindistan û Pakistanê kir

PeyamaKurd – Piştî ku alozî û nakokiyên herdu welatên Hindistan û Pakistanê bi êrîşên moşekî gihîştin asta şer, ji Îranê banga aramiyê hat kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ragihand ku ew ji zêdebûna rageşiya navbera Hindistan-Pakistanê gelekî bi fikar in û bang li herdu aliyan kir ku bi aramî tevbigerin.

Hêjayî gotinê ye, Îranê ev daxuyanî piştî êrîşa Hindistanê ya ser herêmên Azad Keşmîr, Bahawalpur, Muzaffarabad û Kotlî da ku 26 sivîlan di encamê de can dabûn.

Bekayî got, tevî banga aramiyê herwiha daxwaz ji herdu aliyan kir ku rêzê li serweriya hevdu bigirin û nehêlin tansîyon bilindtir bibe.

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.