Îsraîlê Balafirgeha Sana ya Yemenê tevî balafirên tê de hilweşand

Îsraîlê Balafirgeha Sana ya Yemenê tevî balafirên tê de hilweşand

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îsraîlê wek tolhildana wê êrîşên moşeka balîstîk a 3 roj berî niha ji aliyê Husiyên Yemenê ve li ser Balafirgeha navnetewî ya Ben Gurion a paytexta Îsraîl Tel Avîvê hatibû kirin, Balafirgeha Sanayê bi temamî têkşikand tevî hemû balafirên di nav de.

 Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê beriya êrîşê hişyarî dabû ku di demeke kurt de balafirgeha navnetewî ya Sana ya paytexta Yemenê bê valakirin. Piştre jî îro balafirên Îsraîlê bi çend êrîşên asmanî yên li ser wê balafirgehê gelek balafirên sivîl jî di nav balafirgehê de bi temamî ji kar xist.

Rêveberê balafirgeha navnetewî yê Sanayê ragihand, “Temamê xizmetên balafirgehê ji ber wê êrîşa dijminane ya Îsraîlê hatine ragirtin û ji kar ketine. Salona geştiyaran û derî û temamê radar hatine wêran kirin, ji bo wê jî hemû geştên asmanî heta demeke nediyar hatine rawestandin.’’

Rêveberê balafirgehê got: “Tişta diyare heta niha di wê bombebaranê de 6 balafirên sivîl hatine teqandin û heta niha em li ser gotûbêjê dikin ku ziyanên vê êrîşê derdora 500 milyon dolaran bûye, ji ber moşekên balafirên Îsraîlê ku xwedî hêzeke mezin a tund bûne.”

Hêjayî gotinê ye li hember wê bombebaranê Husiyan dîsa gefa tolhildanê li Îsraîlê xwar, ji bo wê jî çend welatan geştên xwe yên asmanî ji bo balafirgeha navnetewî ya Ben Gurion a Tel Avîvê heta çend rojan paş xistin.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.