Îsraîlê biryar da ku rê li ber ketina alîkariya mirovî bo Xezzeyê bigire

PeyamaKurd – Îsraîlê biryar da ku bi tevahî rê li ber ketina alîkariya mirovî bo Xezzeyê bigire.
Li gorî raporên medyaya Îsraîlê, hikûmetê, li gorî şîreta artêşa Îsraîlê, biryarek nû derbarê alîkariya mirovî de daye, ku yek ji bendên herî girîng ên qonaxa yekem a agirbestê ye.
Li gorî vê yekê, herikîna alîkariya mirovî bo Xezzeyê heta agahdariyeke din hatiye rawestandin.
Yek ji bendên herî girîng ên qonaxa yekem a agirbestê, ku di 10ê Cotmehê de li Xezzeyê ket meriyetê, danûstandina girtiyan û rawestandina êrîşan û herwiha destûrdayîna ketina alîkariya mirovî bo Xezzeyê bû.
Tê payîn ku rojane nêzîkî 600 kamyonên alîkariyê bikevin Xezzeyê.
Di komkujiyên Îsraîlê de ku di 8ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin û heta agirbestê zêdetirî du salan berdewam kirin, herî kêm 67,682 kes hatine kuştin û 170,033 kes jî birîndar bûne.
Serokê Amerîkayê Trump di 9ê Cotmehê de ragihand ku Îsraîl û Hamasê di dema danûstandinên li Misrê de qonaxa yekem a plana agirbesta Xezzeyê pejirandine.
Peyman li Misrê, ku danûstandin lê diqewimin, hate îmzekirin û bi pejirandina hikûmeta Îsraîlê, di saetên serê sibê yên 10ê Cotmehê de ket meriyetê.





