Tîma Trump a Rojhilata Navîn derb li Îsraîlê dide: Ji kontrolê derketibû

PeyamaKurd – Zavayê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Jared Kushner û Nûnerê wî yê Taybet ji bo Rojhilata Navîn, Steve Witkoff, di daxuyaniyên ku têkiliyên navbera her du welatan dixe bin pirsê, rexneyên tund li Îsraîlê girtin. Her du karbidestan êrîşa Îsraîlê ya li ser Qeterê weke gaveke ku hestên "xiyanet" û "dilşikestinê" çêkiriye bi nav kirin û eşkere kirin ku Trump bi xwe jî bawer dikir ku "Îsraîl ji kontrolê derketiye."
Ev rexne piştî êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya di 9ê Îlonê de li ser avahiyeke li Dohayê tê, ku tê de tîma danûstandinan a Hemasê diciviya. Di encama êrîşê de, 6 kes hatibûn kuştin, di nav wan de kurê endamê polîtburoya Hemasê Xelîl el-Heyya û efserekî polîsê Qeterê jî hebû.
Witkoff di hevpeyvîna bi CBSyê re tekez kir ku ev êrîş di demekê de pêk hat ku Qeter, li gel Misir û Tirkiyê, roleke navbeynkariyê ya jiyanî dilîst. "Ez û Jared hinekî hest bi xiyanetê dikin. Piştî êrîşê, me baweriya Qeteriyan winda kir, ji ber vê yekê gihîştina Hemasê pir dijwar bû," wî got.
Li gorî Kushner, ev êrîş bû sedem ku Trump "gelekî nerazî" bibe. Zexta Trump bû sedem ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû paşê bi awayekî fermî ji ber êrîşê lêborînê ji hikûmeta Dohayê bixwaze.
Ev bûyer bû sedema guhertinên berbiçav di siyaseta Amerîkayê de. Di 29ê Îlonê de, Trump fermanek îmze kir ku tê de êrîşên li ser Qeterê weke "gef li ser ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê" pênase kir. Wekî din, di 10ê Cotmehê de, peymanek ji bo avakirina tesîseke leşkerî ya Qeterê li eyaleta Idahoyê ya Amerîkayê hate ragihandin, ku ev yek nîşana kûrkirina pêwendiyan bû.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




