Hakan Fîdan: Divê YPG ji deverên Ereb vekişe

Hakan Fîdan: Divê YPG ji deverên Ereb vekişe

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di bernameyeke televizyonê de li ser pirsa derbarê Peymana 10ê Adarê de got ku divê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji herêmên ku Ereb li wan hene vekişe û ev ji bo Tirkiyeyê karê herî li pêş e.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ragihand, "Vekişîna YPG/HSDê ji cihên ku nifûsa wan Ereb e, pêşîniya yekem û mijara ku divê di qonaxa yekem de be ye. Lê ev mijarek e ku hîn dest bi bicihanîna wê nehatiye kirin. Li vir di nav eşîrên Ereban de jî ji destpêkê ve her tim nerehetiyek heye. Her kes niha li bendê ye ku ev yek bê çareserkirin û eger neyê çareserkirin, mumkin e ku mirov pêşbînî bike ku dê pevçûnên gelekî cidî derkevin. Niha vekişîna YPGyê ya ji herêmên ku Ereb li wan dijîn, pêşîneya yekem e."

Fîdan diyar kir ku hinek hevdîtinên berdewam hene lê heta niha naverokeke zelal nîne û wiha axivî: "Niha bi taybetî mijara bê ma dê entegrasyona hêmanên çekdar çawa be, mijareke ku di nav xwe de nîqaş dikin. Mijara radestkirina Dêrezorê hebû. Hûn Dêrezorê dizanin, cihek e ku piraniya şêniyên wê Ereb in. Dêrezor û nehiyeyên din ên derdora wê parêzgehê. Derbarê Dêrezorê jî heta niha li ser kaxezê lihevkirinek çênebûye. Em dibînin ku YPG di vê mijarê de xwedî helwesteke maksîmalîst e."

Fîdan diyar kir ku Tirkiye bi Sûriyeyê re di nava hevkariyê de ye û da zanîn: "Em bi dostên xwe yên Amerîkayî re jî diaxivin. Hûn dizanin ku ew bi YPGyê re jî diaxivin. Her ku em bi her sê aliyan re diaxivin, diyar dibe ku kî çi qasî rasyonel e, kî çi qasî ne rasyonel e û çi bi awayekî meqûl dixwaze. Me ev yek gelek caran gotiye, ji bo me pirsgirêk pirsgirêkeke bi ewlehiya me ya neteweyî ve girêdayî ye. YPGyê heta niha ti daxuyanî yan çalakî pêk neaniye ku nîşan bide ku dev ji wan hêmanên berdaye ku ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê gef in."

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.