Luksemburg | Civîna 4an a Kurdistan, Iraq û Yekîtiya Ewropa tê lidarxistin

Luksemburg | Civîna 4an a Kurdistan, Iraq û Yekîtiya Ewropa tê lidarxistin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro Yekşemê Encûmena Alîkariyan a Yekîtiya Ewropayê civîna xwe ya çaremîn bi şandên Herêma Kurdistanê û Iraqê re li dar dixe.

Hate zanîn, ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de di warên koçberî, demokrasî, mafên mirovan, aborî û enerjiyê de, Şandên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo Encûmena Yekîtiya Ewropayê hatiye vexwendin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji medya Kurdistanê re ragihand: “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi serokatiya Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û şanda Iraqê jî dê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên be. Şanda Yekîtiya Ewropayê jî dê bi serokatiya Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Maria Callas tevlî wê civînê bibe.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê bal kişand ser ku civîn dê saet 6:00 ê êvarê bi dema Kurdistanê bê destpêkirin.

Dîroka têkiliyên di navbera Yekîtiya Ewropayê û Herêma Kurdistanê û Iraqê de vedigere destpêka sala 2005ê, dema ku Yekîtiya Ewropayê nivîsîngehên xwe li Hewler û Bexdayê vekirin.

Encûmena alîkariyan a Yekîtiya Ewropayê ji sala 2022ê ve her sal şandên Herêma Kurdistanê û Iraqê vedixwîne. Îsal civîna çaremîn ya di navbera wan de li Luksemburgê tê lidarxistin.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.