Skandala li Qesra Spî: Berdevka Trump bi gotina 'Dayika Te Hilbijart' bersiv da rojnamevanekî

PeyamaKurd – Qesra Spî bû şahida bûyereke neasayî dema ku Berdevka Çapemeniyê Karoline Leavittê bi bersiveke şokê û êrîşeke kesane ya tund, bersiv da pirseke rojnamevanekî derbarê civîna plankirî ya di navbera Serok Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de.
Atmosfera tengezar dema ku rojnamevanekî ji HuffPostê pirsî ka çima Budapeşt weke cihê hevdîtinê hatiye hilbijartin, dest pê kir. Ev pirs ji ber wê yekê giring bû ku Pûtîn ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ve bi sûcên şer tê xwestin, û Macaristan di pêvajoya vekişîna ji vê dadgehê de ye, ku ev yek civînê ji bo Pûtîn ewletir dike.
Demeke kurt piştî wê, Rêvebirê Ragihandinê yê Qesra Spî, Steven Cheungê heman bêrêzî dubare kir û bi tenê got:
"Dayika te."
Lê Leavitt bi vê yekê nesekinî û bi gotinên tund êrîşî rojnamevan kir:
"Tu difikirî ku tu rojnamevan î, lê tu ne wisa yî. Tu propagandîstekî çepgir î, û kes te cidî nagire, heta hevkarên te jî. Dev ji şandina pirsên alîgir, şaş û bêaqil berde."
Ev bûyer careke din têkiliyên aloz ên di navbera rêveberiya Trump û medyayê de raxist pêş çavan. Heta niha ji bo civîna Trump û Pûtîn a li Bûdapeştê tarîxeke fermî nehatiye diyarkirin, lê tê payîn ku di hefteyên pêş de pêk were.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




