Serdana Moskowê û xalên bingehîn ên stratejiya Rûsî

Serdana Moskowê û xalên bingehîn ên stratejiya Rûsî

PeyamaKurd- Danûstandinên Rûsyayê bi hikûmeta veguhêz a Sûriyê re, di çend rojên dawî de zêde bûne. Şandeke bilind a Sûriyeyê bi serokatiya Serokomarê Qonaxa Veguhêz a Sûriyê li Moskowê ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ve hate pêşwazîkirin û danûstandinên kûr di navbera aliyan de hatin kirin.

Vê serdanê di rojevê de cihekî berfireh girt û pirsa Rûsya ji bo çi vê nêzîkatiyê ligel hikûmeta nû ya Sûriyê dike tê kirin.

Li gorî rojnameya El Nehar, berjewendiyên Rûsyayê yên li Sûriyeyê li ser sê stûnên sereke ava dibin: leşkerî, aborî û dîplomatîk.

Armanca bingehîn a Moskowê ew e ku baregehên xwe yên li ser peravên Sûriyeyê biparêze û bi vî awayî hebûna xwe ya li Deryaya Spî misoger bike, ku ev yek di çarçoveya stratejiya wê ya dirêj-demî ya li Rojhilata Navîn de tê hesibandin. Ev hebûna leşkerî, ne tenê ji bo Rûsyayê wekî bendeke parastinê ye, lê di heman demê de destûrê dide wê ku bandora xwe li ser herêmê bidomîne.

Sûriye Wekî Dikeke Stratejîk: Enerjî û Navbeynkarî

Di qada aborî de, Rûsya Sûriyeyê wekî "dikeke stratejîk" dibîne, nemaze ji bo parastina berjewendiyên xwe yên enerjî û binesaziyê. Herwiha, Sûriye ji bo pêşxistina têkiliyên wê bi welatên Ereb re jî rêyek e.

Ev nêzîkatî nîşan dide ku Rûsya dixwaze roleke aktîf di nûavkirina aborî ya Sûriyeyê de bilîze. Ji aliyê din ve, Rûsya hewl dide rola xwe ya navbeynkariyê ya dîplomatîk di navbera hêzên nakok ên herêmê de –wek Îran, Îsraîl û Tirkiye– zexm bike. Ev rol destûrê dide wê ku li ser tevliheviyên herêmê bibe hêzeke hevsengdar û çareserker.

Pêdiviya Şamê bi Moskowê û Hevkariya Kûr

Ji bo hikumeta veguhêz a Şamê, nêzîkbûna bi Moskowê re wekî "pêdiviyeke stratejîk" tê dîtin. Ev yek ji ber zextên siyasî û aborî yên mezin e. Rûsya wekî "şirîkek girîng" tê hesibandin, hem di alîkariya leşkerî ya ji bo artêşa Sûriyeyê de (bi hevahengiya bi Enqerê re) û hem jî di dabînkirina enerjî û derxistina pereyên nû yên kaxezî de. Têkiliyên leşkerî û ewlehiyê yên di navbera her du welatan de, li ser bingeha berjewendiyên kûr ên ku ji serdema Sovyetê ve mane, hatine avakirin. Balkêş e ku Rûsya ji bo Îsraîlê jî wekî hevkarekî qebûlkirî ye ku fikarên wê yên ewlehiyê li başûrê Sûriyeyê bi rê ve bibe, ku ev yek ciddiyeta rola wê ya navbeynkariyê zêde dike.

Hevsengiya Nazik a Rejîma Şamê

Li gorî pisporan, berjewendiyên Şamê û yên Moskowê li hev nakin. Rêveberiya El Şera hewl dide ku di têkiliyên xwe yên bi hêzên mezin re (Rûsya, Tirkiye û Rojava) hevsengiyeke nazik biparêze.

Armanca vê hevsengiyê ew e ku hukûmet rewayetiya xwe xurt bike bêyî ku tu aliyekî provoke bike, ev jî nîşan dide ku rêveberiya Şamê dixwaze serxwebûna xwe ya siyasî biparêze, tevî hewcedariya wê ya bi piştgiriya Rûsyayê.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.