David Petraeus: Ji bilî çiyayan Amerîka jî dostê Kurdan e

David Petraeus: Ji bilî çiyayan Amerîka jî dostê Kurdan e

PeyamaKurd- David Petraeusê yek ji fermandarên herî navdar ên Amerîkayê û Birêvebirê berê yê CIAyê xwedî ezmûneke kûr û dîrokeke dirêj e li Iraq û Başûrê Kurdistanê. Ji sala 2003yan bigire heta serdema "gava zêdekirina hêzan" a li dijî El-Qaîdeyê û paşê jî şerê li dijî DAIŞê, Petraeus wekî yek ji mîmarên sereke yên siyaseta Amerîkayê ya li herêmê tê dîtin.

Paşxaneya wî ya dewlemend, nêrînên wî yên li ser guherînên îro yên li Iraq, Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê girîngtir dike.

Petraeus di serdana xwe ya dawî Iraq û Herêma Kurdistanê de guherînên 20 salên borî ji nêzîk ve şopandin.

Ji pêşketina bajaran bigire heta gihîştina siyasî ya serokan, wî hemû pêşketin bi baldarî nirxandin.

Petraeus di hevpeyvîna Rûdawê de, bi awayekî eşkere behsa pêwendiyên stratejîk ên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir û got, "Ji bilî çiyayan dostên din ên Kurdan hene ku Amerîka jî yek ji wan e."

Li ser rewşa nû ya Sûriyeyê ya piştî rûxîna desthilata Beşar Esed jî Petraeusê ku berê li ser dikê bi Ehmed Şera (Colanî) re gotûbêj kiribû, nêrînên xwe yên balkêş ên li ser paşeroja Sûriyeyê û rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) anî ziman.

Petraeus amaje bi girîngiya diyaloga di navbera General Mezlûm Ebdî û birêvebiriya nû ya Şamê de dike û serkeftina vê pêvajoyê bi "serkeftina me" bi nav dike lê di heman demê de tekezî li ser prensîba "bawer neke lê piştrast bike" dike.

Petraeus herwiha li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî got ku ew  gaveke "stratejîk û cidî" ye.

Hevpeyvîna pêşkêşkarê Rûdawê Arêz Xalîd a bi David Petraeus re wiha ye:

Birêz David Petraeus, tu gelekî bi xêr hatî. Spas ku tu di vê hevpeyvînê de li gel me yî.

Kêfxweş im ku bi we re me, Arêz. Spas.

Spas. Hûn sala 2003yan li vir bûn, bi baweriya min berî wê jî. Heke hûn wê demê bi niha re bidin ber hev, di têgihîştina siyasî ya serkirdeyên me de çi guheriye?

Ez Adara 2003yan wekîî fermandarê Yekîneya 101ê ya Esmanî di dema dagirkirina Îraqê û rizgarkirina welat ji rejîma xwînxwar a Sedam Hisên hatim vir. Ji wê demê ve min bibipêşketina Îraqê dîtiye, em behsa zêdetirî 20 salan dikin. Min li vir wekîî generalê du-stêrk, sê-stêrk, çar-stêrk û fermandarê pêngava zêdekirina hêzan li Îraqê xizmet kiriye. Piştre ez bûm fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, ku hîn jî ji bo herêmê ye û piştî fermandariya li Efxanistanê, ez bûm Birêvebirê CIAyê. Ji dema ku min dev ji karê hikûmetê berdaye, ez gelek caran vegeriyame vir. Di vê gera xwe de, min li Silêmaniyê dem derbas kir û şanaziya min hebû ku gotara merasîma derçûnê li Zanîngeha Amerîkî ya Îraqê li Silêmaniyê pêşkêş bikim, ligel Serok Nêçîrvan Barzanî ku cihê rêza me hemûyan e. Berî çend rojan ez li Hewlêrê bûm. Min karî bi her sê kesayetiyên malbata Barzanî re bicivim; serokê niha, serokwezîrê niha û, bêguman, serokê berê, Mesûd Barzanî, ku bi salan e ez wî nas dikim, xasma ji çar salan zêdetir li ser erdê li vir. Her wiha min bêguman Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî dît. Paşê li Bexdayê ez bi hemû berpirsên payebilind ên Bexdayê re civiyam; Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoyê, her wiha hevalê min ê kevn, Nûrî Malikî ku serokwezîrê dema gava zêdekirina hêzan bû. Ez gelekî mat mam bi tiştê ku min li hemû bajaran dît. Mînak li Bexdayê, ew rêya ku wekîî metirsîdartirîn rêya cîhanê dihat dîtin, ango ji balafirgehê heta Herêma Kesk, niha bûye mînakeke bêhempa. Guherîn neasayî ye. Min karî bi helîkopterê li ser tevahiya bajarê Bexdayê bigerim, wekî ku min di dema fermandariya xwe de dikir. Ez pir kêfxweş bûm bi dîtina wê yekê ku bajar çawa geş bûye; avahîsazî û bibipêşketina berdewam. Bêguman, heman tişt li Hewlêrê jî rast e. Heman tişt li vir li Silêmaniyê jî rast e. Loma, piraniya me yên ku beşdarî alîkariya Îraqê bûn ji bo rizgarbûna ji rejîma Sedam Hisên û paşê bûn şahidê hemû şerên dijwar ên li dijî El-Qaîdeya li Îraqê û mîlîsên cuda û çekdarên serhildêr û paşê jî Dewleta Îslamî (DAIŞ), ez bawer im em hemû gelekî kêfxweş in ku dibînin Îraq di wê heyamê de çawa geş bûye, tevî ku hîn jî hemû astengiyên asayî yên siyasetê, hevrikiyên siyasî û astengiyên din mane. Ev hemû asayî ne. Demokrasî carinan dikare tijî dengedeng be, carinan piçekî aloz be lê dîtina wan bipêşketinên ku li Herêma Kurdistanê û li paytexta welatê navbera du rûbaran hatine kirin, ji bo min gelekî cihê kêfxweşiyê ye.

Baş e, wekî we got, ev hemû derbarê bajaran in. Derbarê arasteya siyasî ya welatê me çi heye?

Ez nirxandina siyasî ji bo kesên din dihêlim. Her dem aloz bûye. Wekî ku li Amerîkayê dibêjin, werzişeke tijî hevrikî ye. Wekî ku Serok Bush di dema pêngava zêdekirina hêzan de li Îraqê amaje pê dikir, siyaset carinan dikare dijwar be û ev asayî ye. Bi vî awayî dengê xelkê tê bihîstin. Bi rastî cihê kêfxweşiyê ye ku ez wan hemû posterên siyasî û hemû partiyên siyasî dibînim ku li ser stûnên elektrîkê li vir û li Bexdayê hatine danîn û nûnertiyê dikin. Pêwîstiya vê bi axaftinê nîne. Ka em bibînin dê piştî 11ê Mijdarê çawa be.

Kurdistan piştî sala 2003yan xwedî pêgeheke girîng li Iraqê bû. Gelo ew pêgeh îro jî maye?

Bêguman maye. Di gelek deman de Herêma Kurdistanê bûye mînaka wê yekê ku em bibînin rêya rast çawa ye. Aborî hîn jî di bibipêşketinê de ye. Erê, hilkişîn û daketin hene, rewşa siyasetê heye. Bê guman ev jî astengî ye. Lê ez kêfxweş im ku dibînim ji aliyê binesazî, niştecihbûn, bazirganî û tewra zanîngehan ve çiqas berfireh bûye. Ez gelekî şanaz im ku min piştgiriya Zanîngeha Amerîkî ya Îraqê kiriye. Yekane zanîngeha Amerîkî ye ku navê Îraqê tê de heye li vir li Silêmaniyê, min li vir gotara derçûnê pêşkêş kir û min xelata doktoraya rûmetê wergirt. Ji min re gotin ku ev yekem doktoraya rûmetê ye ku Zanîngeha Amerîkî ya Îraqê pêşkêş kiriye.

Bi baweriya min hûn 3 rojan li vir li Silêmaniyê bûn.

Erê, li Iraqê, erê. Em li vir û li wir û li her cihekî din bûn.

Pir qala guhertinên Silêmaniyê tê kirin. We di van 3 rojan de ew guhertin dîtin?

Erê bêguman. Gelekî mezin e. Bi temamî mezin e. Binêre, ez di sala 2003yan de dihatim vir. Car caran ez dihatim vir, min kumê xwe yê leşkerî û êlekê xwe yê gule-nebir radikir û tenê bi peyatî dimeşiyam. Min tenê dixwest di kolanekê re bimeşim bêyî ku nîgeranê ewlehiya xwe bim.

Gelo ew guherîn mezin e?

Vêga tu tewra kumê leşkerî û êlekê gule-nebir jî nabînî. Pir cihê kêfxweşiyê ye ku mirov dibîne çawa geş bûye. Gelo her dem hêsan û bê pirsgirêk bûye û her tişt baş bûye? Na, bi xêr hatî bo demokrasiyê.

Ka em behsa rola Amerîkayê ya li Iraqê bikin. Em dizanin ku Amerîkayê sala 2003yan roleke mezin li Îraqê lîst. Gelo niha di wê rolê de guhertinek heye?

Guheriye. Ez bi Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê re civiyam, niha balyozê me li wir nîne. Wî behsa wê yekê kir ku karkirina ligel Îraqê xweş bûye. Guhertin ber bi destpêkirina karûbarên balyozxaneyeke asayî ve çûye, têkiliyeke asayî di navbera Amerîka û welatekî de, ne tenê ew e ku pirsgirêkên ewlehiyê serdest bin, ne tenê şerê li dijî Dewleta Îslamî yan pirsgirêkên din ên pêwendîdar. Belkî guhertina wê ber bi erkekî asayî ve û zêdetir giringîdana li ser veberhênan, bazirganî û aboriya Amerîkayê, ne tenê li ser avakirina hêzên ewlehiyê, ku vêga pir baş in. Ez bi firokeyeke Hêza Esmanî ya Îraqê û helîkoptereke hêzên Îraqê firiyam. Ji her tiştî girîngtir, pîlotê helîkopterê li min nihêrî û got, "General, tu di ahenga derçûna pola min a akademiya leşkerî de axivî û te medalyaya xwe da min." Bi baweriya min, wî bi rastî medalyayek bi dest xistibû, ji ber ku xelateke taybet di wê akademiyê de wergirtibû. Xweş e ku dibînim ev beşek ji mîrata min e ku li vir berdewam dike. Careke din, nifşê paşerojê yê serkirdeyan ji wir geş bû ku me hewl dida li vir li Îraqê bikin.

Berê Amerîkayê piştî hilbijartinan girîngiyeke zêdetir dida pêkanîna hikûmeta Îraqê. Hûn bawer dikin ku dê ji bo vê hilbijartinê jî heman tiştî bike?

Dibe ku wisa neke. Na, ez wisa nahizirim.

Çima?

Ji ber ku bawer nakim ku pêdiviya me bi wê yekê hebe ku em bi wî awayî rênîşanderiyê bikin wekî ku me di rabirdûyê de dikir. Li gorî min, ew serdema ku Amerîkayê ji gelek aliyan ve paşeroj diyar dikir, eger bikarim wisa bibêjim, êdî ne pêwîst e. Bi baweriya min, sîstem êdî gihîştiye, wekî her car...

Hûn bawer in ku sîstem gihîştiye?

Sîstem gihîştiye, lê tu carî ne bê kil û kêmasî ye. Gotina Winston Churchill bînin bîra xwe, ku gotibû demokrasî forma herî xirab a hikumdariyê ye, ji bilî hemûyên din.

Û kompanyayên mezin ên wekîî ExxonMobil û Chevronê peymanan çêdikin.

Ew vedigerin û ev cihê kêfxweşiyê ye. General Electric vegeriyaye. Tewra me ev yek di dema zêdekirina hêzan de li Îraqê jî kir û me ew vegerandin.

Sedem çi ye?

Bê guman pirsgirêk ew bû ku gefa DAIŞê bazirganî dûr xist. Wekî her car, astengiyên din jî hene.

Sedemên din ên vegera ExxonMobilê çi ne?

Cihê kêfxweşiyê ye ku ExxonMobil vegeriyaye vir. Mebesta min ew e, ExxonMobil karê xêrxwazî nake. Ev ne geşepêdana navneteweyî ye. ExxonMobil li vir e da ku di binesaziyê de veberhênanê bike, lê ji bo ku qezenc bike. Ev jî helwesteke girîng e. Tiştek ji veberhênana Amerîkî girîngtir nîne. Binêre, ez hevparê yek ji mezintirîn kompanyayên veberhênanê yên cîhanê me. Her welatek dixwaze ku kompanyaya KKR veberhênanê bike. Lewra, cihê kêfxweşiyê ye ku Exxon, Chevron, General Electric, ew hemû kompanyayên mezin ku di rabirdûyê de li vir bûn, lê piraniya wan ji ber hin pirsgirêkên cuda çûn, niha vegeriyane. Ev dengekî mezin ê baweriyê ye bi paşeroja welatê navbera du çeman, welatê Rafîdeynê.

Ka em behsa Kurdistanê û ezmûna dostaniya navbera Amerîka û Kurdistanê bikin. Gelo Amerîka hîn jî Herêma Kurdistanê wekî hevparekî stratejîk dibîne yan tiştek guheriye?

Na, binêre, Amerîka ji sala 1991ê ve hevparê stratejîk ê Kurdan bûye. Bêguman, me piştî Şerê Kendavê ev herêm parast. Ev pêwendî hîn jî berdewam e. Hîn jî amadebûnek li vir heye, wekî hûn dizanin, ji gelek pêkhateyên pir girîng ên artêşa Amerîkayê û hikûmeta Amerîkayê li vir in. Bi baweriya min divê her wisa be.

Em hîn jî hevparên stratejîk in?

Erê bêguman. Tu dikarî her navekî lê bikî. Min berê digot, ji bilî çiyayan dostên din ên Kurdan hene, ku Amerîka jî yek ji wan e.

Kurd û Herêma Kurdistanê çawa hevsengiyê di navbera Îran û Amerîkayê de radigirin?

Ez bawer im, me her dem fêm kiriye ku Îran cîrana Îraqê ye. Îran naçe cihekî din. Çend caran ji Îraqê mezintir e. Her wiha bi gelek awayên cuda pir xirabkar e. Bi gelek awayên cuda ceza li ser in. Loma, kesên ku reftarê bi Îranê re dikin, ji ber ku ew rastiyek e wisa dikin, lê divê her dem haydar bin da ku ceza yan astengiyên din ên di karkirina bi Îranê re binpê nekin.

Çawa haydar bin?

Dikarin wan cezayên ku li ser Îranê ne fêm bikin, her wiha rewşa heyî fêm bikin û hewl bidin di wê çarçoveyê de kar bikin.

Derbarê Rûsyayê çi? Hûn dizanin, kompanyayeke mezin a petrolê ya Rûsî hîn jî li Kurdistan û Îraqê kar dike.

Ez hişyariyê didim her aliyekî ku bi Rûsyayê re kar dike, da ku wan cezayên ku li ser Rûsyayê hatine sepandin fêm bikin, ku bi baweriya min dê bên berfirehtir kirin, ne tenê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bi gera xwe ya nozdehemîn a cezayan lê her wiha cezayên Amerîkayê jî. Ez vê dawiyê li Brukselê bûm û bi serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê û NATOyê re axivîm. Pakêteke cezayan li Kongreya Amerîkayê amade ye. Eger Yekîtiya Ewropayê tiştê ku Serok Trump derbarê Rûsyayê ji wan xwestiye bike, bi baweriya min em ê pakêta xwe ya cezayan li Senatoyê bibînin. Ji 100 senatoran 84 senator piştgiriyê didin vê pakêta cezayan. Êdî lihevkirineke ji vê mezintir çênabe. Ez bawer im dema ku rewş guncaw be, Koşka Spî dê pêşwaziyê li wê pakêta cezayan bike û wê îmze bike û bike yasa. Kesên ku paşê bazirganiyê bi Rosneft an cihekî din re dikin, divê gelekî miqate bin û nekevin şaşiyê.

Ka em behsa Sûriyeyê bikin. Hûn piştgiriyê didin Ehmed Şera?

Bila em di vî warî de gelekî hûrbîn bin. Ez dixwazim Sûriyeya Ehmed Şer serkeftî be. Serkeftina wî wekîî serokê hikûmetekê, serkeftina me ye. Binêre, ez ji rabirdûya wî pir zêdetir agahdar im ji ya ku her kes difikire. Bînin bîra xwe ku ew pênc salan li Îraqê girtî bû û ew heyam qonaxa zêdekirina hêzên me bû. Kesekî din ew girtibû. Min tu carî navê wî nedizanî. Ew serokê şaneyeke El-Qaîdeyê bû. Ew di nav El-Qaîdeyê de ne serkirdeyekî mezin bû wekî ku hin kes dibînin. Dema ku hat berdan, bêguman, çû Sûriyeyê û Bereya Nusrayê damezrand, ku şaxekî El-Qaîdeyê bû. Piştre ji wan veqetiya û Heyeta Tehrîr el-Şam (HTŞ) damezrand. Wî şiyaneke leşkerî ya rastîn ava kir. Ev ne tenê komeke hêzên mîlîsan ên eşîrî yan siyasî bûn ku li hev kom bûn û Heleb rizgar kirin û paşê di Hema û Humsê re derbas bûn ji bo rizgarkirina Şamê. Wî şiyaneke rastîn ava kir. Wî rêveberî li parêzgeha Idlibê damezrand. Sîstema wî ya xwendinê hebû. Sîstema wî ya dadweriyê hebû, ev tişt hemû. Niha hewl dide tevahiya welêt bîne cem hev. Dema ku min li New Yorkê li ser sehnê di dema beşdarbûna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li Lûtkeya Concordiayê pê re gotûbêj kir, min amaje bi wê yekê da ku dema di destpêka fermandariya xwe de li bakurê Îraqê, me dixwest...

Hûn li wî digeriyan.

Na, min ew nas jî nedikir. Me hewl dida ku em li parêzgeha Nînowayê hikûmeteke xwecihî ava bikin ku nûnertiya hemû pêkhateyên neteweyî, mezhebî, eşîrî, siyasî, qeza û hemû aliyên din bike. Me dixwest her pêkhateyek li Nînowayê nûnerekî wê di encumena parêzgehê de hebe ku me damezrand û hejmara nûneran li gorî hejmara texmînî ya wê komê di nav şêniyên Nînowayê de be. Lê ji her tiştî girîngtir, ne tenê desthilata piraniyê be, belkî mafên kêmneteweyan jî parastî bin. Wî got ku ew dixwaze li Sûriyeyê jî wisa bike. Niha, ev dê bibe xwedî astengiyên mezin. Artêşa Sûriyeya Azad li bakur in, ku piraniya wan bi Tirkiyeyê ve girêdayî ne. Elewî li ser peravê ne, ku bermahiyên rejîma berê ne. Herêmên wî ji Idlibê heta Şamê ne. Pêkhateyên din jî hene. Durzî li Siweydê ne. Pêkhateyên din jî hene ku nêzîkî Urdunê ne. Bêguman Hêzên Sûriya Demokratîk hene, ku piraniya wan Kurdên Sûriyeyê ne li bakurrojhilat û hêzên me hîn jî bi wan re ne, çiku ew bûn yên ku bi alîkariya me Dewleta Îslamî li ser erdê li bakurrojhilatê Sûriyeyê têk birin. Hîn jî roleke pir girîng dilîzin. Lê ez kêfxweş bûm ku General Mezlûm bi Şamê re di nava diyalogê de ye ji bo ku diyar bike ka hêzên wî çawa dikarin bibin beşek ji hêzên federal.

Em dê li ser wê biaxivin.

Çawa dikarin bi awayekî pratîk ewlehiyê li wê herêmê misoger bikin û bi berdewamî berfireh bikin. Dizanî, dema ku ez li vir li Îraqê generalê sê-stêrk bûm, min tiştê ku jê re digotin Erka Perwerde û Çekdarkirinê, ango Fermandariya Veguhêz a Ewlehiya Navneteweyî li Îraqê, damezrand. Hewldaneke pir mezin bû ji bo ji nû ve avakirina hemû hêzên Wezareta Berevaniyê û Wezareta Navxwe. Bi sed hezaran û di dawiyê de nêzîkî milyonek kesî bi çek ji bo erkên cuda beşdar bûn. Me yekîneyên Pêşmerge jî beşdar kirin. Dema ku ji bo şer pêdiviya me bi wan hebû, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, belkî ji bo Îraqê şer bikin, ew beşdar bûn. Wan li parêzgeha Enbar, Felûce û cihên din jî şer kir. Loma dema pêdiviya me bi wan hêzan hebû, hatin û li seranserê Îraqê şer kirin. Ez hêvî dikim ku tiştekî wiha li bakurrojhilatê Sûriyeyê çêbibe, dibe ku bêyî hemû aliyên hikûmî yên Herêma Kurdistanê, ku wê demê pêwîst bûn, bi li berçavgirtina rewşa giştî ya Îraqê.

We amaje bi Durzî û Elewiyan li Sûriyeyê kir.

Erê.

Hûn dizanin ku Ehmed Şer ne xwedî ezmûneke baş e bi van her du pêkhateyên Sûriyeyê re.

Erê, ne tenê wiha, kuştin jî di nav civakên wan de çêbûne.

Ji bo Kurdan jî.

Bidarvekirin hebûne. Min behsa wê kir. Min ev yek li ser sehnê danî ber wî. Binêre, min bi wê yekê dest pê kir ku min got em her du jî di eniyên dijber de bûn.

Ez tenê dixwazim bizanibim gelo hûn jê bawer dikin?

Em her du jî di eniyên dijber de bûn. Lê wî çi rêyek biriye. Dema ku ez fermandarê hêzên pêngava leşkerî li Îraqê bûm, me bi 103 hezar serhildêr û mîlîsên berê re lihevhatin kir. Niha em dixwazin ew serkeftî be. Di rastiyê de, pir baş bû ku Serok Trump li Erebistana Siûdî ew dît ji bo rakirina wan cezayên îdareya Amerîkayê û her wiha ji bo handana Kongresê ji bo rakirina yasaya ku bi navê Qanûna Qeyser tê zanîn, ku rê li ber veberhênanê di sektorên darayî, avahîsazî û enerjiyê yên Sûriyeyê de digire, hemû ew sektorên ku bi kelecanî hewceyî veberhênana derve ne. Armanca min a dawî di wê gotûbêjê de ew bû ku ez vê yekê bipejirînim, birêz Serok, serkeftina we niha serkeftina me ye û divê em ji bo wê yekê bibin alîkar.

Ew ne pirsa min bû. Bibore, min tenê dixwest bizanibim.

Te pirsa min nekir. Dizanî, min berê yek du caran ev kar kiriye.

Ez tenê dixwazim bizanibim, bi van hemû ezmûnên xirab ên bi pêkhateyên li Sûriyeyê re, hûn bawer dikin ku Ehmed Şer dikare hikûmet û civakeke demokratîk li Sûriyeyê damezrîne?

Ev erka wî ye, divê ew wisa bike. Eger neke, Sûriye dê bibe dewleteke din a perçebûyî, dê bibe yek ji wan welatên din ên Rojhilata Navîn a Mezin ku ji ber bandorên rêveberiya piştî dîktatoriyê diêşe. Rejîma Beşar Esed û bavê wî, rejîmeke sûcdar bû. Wan vîna kêmneteweyeke biçûk bi ser welatekî de sepand. Niha vegerandina wê, pêdiviyeke mezin e û divê pêk were. Dema ku em piştgiriyê didin Ehmed Şer di hewldana damezrandina hikûmetekê de ji bo hemû gelên welat û parastina mafên kêmneteweyan û herwiha rêveberiya piraniyê, divê sînorek jî hebe. Divê merc li ser karên me hebin. Wekî ku Henry Kissinger û Serok Nixon derbarê danûstandinên kontrolkirina çekan de digotin, bawer neke, lê piştrast bike.

Bi baweriya min divê em behsa Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bikin. Hûn çawa li mayîna Hêzên Sûriya Demokratîk, di nav wan de Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), li Sûriyeyê dinêrin?

Binêre, wekî min berê jî got, bi baweriya min Hêzên Sûriya Demokratîk dê bi rengekî ji rengan bên yekxistin. Ew gotûbêja di navbera Serok Şera û General Mezlûm de bû. Ev cihê balkêşiyê ye. Gelek hûrgiliyên din hene, di nav wan de ka dê çi li ser kampa awareyan a Holê bê kirin, ku bi deh hezaran xizm û jin û zarokên endamên Dewleta Îslamî û hin terorîstên Dewleta Îslamî tê de girtî ne. Divê ev yek bê çareser kirin. Ez bi rastî kêfxweş im ku Îraq, bo mînak, iraqiyên wê kampê vedigerîne û paşê bêguman wan derdixe pêşberî dadgehê.

Pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê bi rê ve diçe. Ew pêvajo dikare çi pêşkêşî civaka Kurdan a li Tirkiyeyê bike? Hûn bersiva Tirkiyeyê ya di pêvajoyê de cidî dibînin an taktîkî?

Na, ez bawer im pir ciddî ye. Ez bawer im pir stratejîk e. Dema ku Ocalan serkêşiya vê yekê dike, bêguman ev ne tiştekî hêsan e. Ev ne taktîkî ye. Wekîî kesekî ku ez bi kûrahî ji xwestek û daxwazên rastîn ên Kurdan fêm dikim. Dizanî, ez çûm kampa penaberên Kurdên Tirkiyeyê li Mexmûrê. Ew der beşek ji herêma operasyonên min bû wekîî generalekî du-stêrk, ez bi wan re rûniştim û min hewl da fêm bikim çima wan Tirkiye terikandiye? Daxwazên wan çi bûn eger bikaribin vegerin Tirkiyeyê? Ew pir rastgo bûn, dixwestin bikaribin bi zimanê xwe bixwînin, rojnameyeke wan bi zimanê wan hebe, bê pejirandin ku ew beşek ji Tirkiyeyê ne. Ji ber vê yekê ez heta radeyekê ji vê fêm dikim û hest dikim ku Serok Erdogan û hikûmeta wî bi ciddî bi wan daxwazan re tevdigerin. Hêvîdar im ku bi serkeftî bi dawî bibe.

Hûn paşeroja Kurdan li Tirkiyeyê piştî pêvajoya çareseriyê çawa dibînin?

Ez hêvîdar im paşerojek be ku daxwazên wan bipejirîne û wan qebûl bike.

Birêz David Petraeus, Birêvebirê berê yê CIAyê. Kêfxweş bûm ku min ev hevpeyvîn bi we re kir.

Ji bo min jî şanazî ye. Di rastiyê de şanaziya rastîn ew e ku ez vegerim û wan beşên Îraqê yên ku min tê de xizmet kiriye bibînim û gelekî kêfxweş bim bi tiştê ku ez li wir dibînim; dîtina bipêşketin û avadaniyê, dîtina aboriyeke geş, tevî astengiyan û negihîştina hemû wan tiştên ku me xeyala wan dikir. Ji bo kesekî ku fermandarê hêzekê bûye, ku her şev nameyên sersaxiyê ji dê û bavên Amerîkî re dinivîsand, pir cihê kêfxweşiyê ye, niha ez dikarim vegerim cem wan dê û bavan û bêjim, "ev bi rastî hêjayî wê bû." Bibînin ka çi hatiye bidestxistin ji aliyê wan kesên ku me li welatê navbera du rûbaran derfeteke nû da wan. 

(Rûdaw)

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.