Plana derba li serokê Azerbeycanê İlham Aliyev bihata kirin, aşkera bû

PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa xeberan ya Azerbeycanê APAyê; serokê ofîsa serokatiya Azerbeycanê Ramiz Mekhtiyev derbê plan kiriye. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi xwe jî serokê Azerbyecanê İlham Aliyev di mijarê de hişyar kiriye ku wê derbê lê bikin.
Di nûçê de hat gotin ku ji ber Putin hûrahiya derbê bi Aliyev re parve kiriye, ev tê vateya ku têkiliyên navbera Moskova û Bakuyê baş bûne.
Li gor rojnama navenda wê Rûsya ya bi navê Novaya Gazeta; ev mijara derbê di 9ê Cotmehê de li Tacikistanê li Duşanbeyê di civîna Rûsya-Asya Navîn de, di hevdîtina bi Aliyev re ketiye rojevê.
Li gor tê gotin; Mekhtiyev, gengeşeya navbera Moskova û Bakuyê wekî fersend diye û di rêya navbeynkaran de plana derbê ji rayedarên Rûsya re şandiye û ji Rûsyayê destek xwestiye.
Li gor plana Mekhtiyev; wê rêvebiriyê bixe destê xwe û hukumetekî demkî ava bike û dê ew serkirdayetiya rêvebiriyê bike.
Mekhtiyev di nav çend rojan de hat girtin û bi tewana “xistina desthilatê ya destê xwe” û “îxaneta bi weten re” ji bo bê darizandin lêpirsîna wî hat destpêkirin.
Ajansa Azerbeycanê ya bi navê Minval ragihand ku Mekhtiyev ji ser karê xwe yê serokkomaryê hatiye girtin.
Sedema têkiliyên Rûsyayê bi Azerbeycanê re xerab bûn, ew bû ku di sala borî de Rûsya balafira rêwiyan ya Azerbeycanê xistibû, 38 kes tê de miribûn lê paşî Putin berprisiyariya bûyerê girtibû ser xwe.
Dema di operasyonên polîsên Rûsya de, 2 hemwelatiyên Azerbeycanê li Yekaterinburgê hatibûn kuştin jî têkiliyên her dû dewletan bêhtir xerab bûbû.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




