Îsraîlê li dijî Hûsiyên Yemenê pêleke êrîşan da destpêkirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Îsraîlê piştî êrîşên moşek û dronan ên vê hefteyê ji aliyê Hûsiyan, pêleke êrîşên asmanî bi ser Yemenê de da destpêkirin. Hûsiyan nav hefteyê bi dronan li Balafirgeha Ramon a li başûrê Îsraîlê xistibû.
Hate ragihandin ku Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) herî kêm şeş hedefên Hûsiyan bombebaran kir. Êrîşên herî giran li paytext Sanayê hate kirin ku li wir kampên leşkerî, depoyek sotemenîyê, ofîsa propagandaya Hûsiyan û baregehên wezaretên parastin û darayî hatin bombekirin.
Televîzyona El-Masirah a Hûsiyan jî ragihand ku Îsraîlê li bajarê Alazm ê parêzgeha El-Cewf, kompleksa hikûmeta Hûsiyan jî xistiye.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




