Serokê ENKSê: Divê Şam bi Şanda Hevbeş a Kurdî re rûne

PeyamaKurd- Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl, bang li hikûmeta Şamê kir ku guh bide peyamên Serok Barzanî, bi şandeke hevbeş a Kurdî re rûne û pirsgirêkan bi awayekî aştiyane çareser bike, ji ber ku gelê Kurd dest ji mafên xwe bernade.
Mihemed Îsmaîl di bultena K24ê de got, heta pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê neyê çareserkirin, aramî û ewlehî li welat pêk nayê û diyar kir û bal kişand ser, nêrîna ku di Konferansa yekrêziya Kurdî de derkertiye.
Îsmaîl got, “Ew nêrîna piraniya gelê Kurd li Sûriyeyê ye û hemû Kur pê pabend in û piştevaniya wê dike. Şandeke hevbeş ji encama wê konferansê hatiye pêkanîn. Hikûmeta Şamê bêyî Kurdan, nikare îdariya welat bike, divê Hikûmeta Şamê bi Kurdan re danûstandinê bike.”
Mihemed Îsmaîl got, “Me heta niha xwe wek opozîsyon nîşan nedaye û me destê xwe dirêj kiriye, pêwîst e Hikûmeta Şamê bi vê şandeya Kurdî re rûne û doza Kurdî di Sûriyeyê de çareser bike.”
Serokê ENKSê bal kişand ser rola Serok Barzanî û da zanîn: "Li ser bingeha destpêşxeriyên Cenabê Serok Barzanî, me weke tevgera siyasî ya Kurdî, destê diyalog û danûstandinê dirêj kiriye. Em ne li pey şer û destêwerdanê ne. Em dixwazin weke beşek ji pêşeroja Sûriyeyê, bi rêya diyalogê mafên xwe bi dest bixin."
Îsmaîl destnîşan kir, Serok Mesûd Barzanî ne tenê serokê partiyekê ye, lê belê semboleke neteweyî ye ji bo tevahiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê û Serok Barzanî her dem parêzvanê maf û yekrêziya Kurdan e.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.





