Jaişankar: Hindistan dê bersiveke tund bide Pakistanê

Jaişankar: Hindistan dê bersiveke tund bide Pakistanê

PeyamaKurd – Li gorî rojnameya The Hinduyê, S. Jaişankar, Wezîrê Karên Derve yê Hindistanê ku, di Civîna Komîsyona Hevbeş a Hindistan-Îranê de li New Delhiyê bi Ebbas Araqçî re civiya.

Jaishankar, êrîşa terorîstî ya 22yê Nîsanê li Pahalgamê, ku 26 kes tê de mirin, bi bîr xist û got Hindistan dê li dijî binesaziya terorîst bersivê bide. 

Wî hişyarî da Îslamabadê ku heke êrîşên leşkerî bên kirin, bersiva Hindistanê dê “pir tund” be.

Êrîşa li ser Pakistanê 

Di 6ê Gulanê de, Hindistanê wek tolhildana êrîşa Pahalgamê, bi mûşekan êrîşî Pakistanê û Azad Keşmîrê kir. 

Hindistanê ragihand ku 9 hedefên terorîst hatine armanckirin; Pakistanê got 6 cihên sivîlan hatine hedefgirtin, 31 kes mirine, 57 kes birîndar bûne. 

Pakistanê îdia kir ku 5 balafirên şer û 25 balafirên bêpîlot ên Hindistanê hatine têkbirin, lê Hindistanê ev yek red kir.

 

 

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.