Ji MHPê yekem daxuyaniya kongreya PKKê: Miletê Tirk bi ser ket!

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê yê ji Partiya Tevgera Neteweperst (MHP) Celal Adan, li ser daxuyaniya PKKê ya lidarxistina kongreya xwefesihkirinê axivî.
Celal Adan got, "Bi saya îradeya pola û rêveberiya bihikmet a Rêberê me Devlet Bahçelî; birîna me ya herî kûr hatiye pêçan, dewra xwîn û kînê hatiye girtin.”
Herwiha Adan diyar kir, “Ewên ku nîfaqê belav dikin, ewên ku ji emperyalîzmê re dibin hacet, têk çûn; miletê Tirk bi ser ket. Bila biratiya me ya hezar salî her hebe. Bila rêberê me her hebe."
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




