Keça Pêşmergeyekî berê di hikûmeta nû ya Almanyayê de bû wezîr

PeyamaKurd – Reem Alabali-Radovan, keça pêşmergeyekî Xrîstiyan ê Kurdistanî, di hikûmeta nû ya Almanyayê de wekî Wezîra Geşepêdanê hat hilbijartin.
Reem, ku sala 1990’î li Moskowê ji dayik bûye, ji medyaya Alman re ragihand ku bavê wê di salên 1980î de di nav refên Pêşmerge de li dijî rejîma Sedam Husên şer kiriye. Malbata wê di sala 1996an de wek penaber koçî Almanyayê kiriye.
Reem, endama Partiya Sosyal Demokrat (SPD), berê wekî parlamenter û wezîra dewletê kar kiriye û nûnereke navdar a partiya xwe ye.
Medyaya Almanî bal kişand ser vê tayînkirinê û bi sernavê “Ji penaberiyê heta wezîriyê” qala serkeftina wê kir.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.