Îsraîl: Me li hedefên Hizbullahê xistin!

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrîşî hedefên leşkerî û tesîsên binesaziyê yên Hizbullahê li Lubnanê kirine.
Îsraîl, operasyonên xwe yên li Rojhilata Navîn didomîne û careke din Lubnan hedef girt. Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku li herêma Bekayê ya Lubnanê li dijî tesîsên hilberîn û depoya çekan ên Hizbullahê êrîşek hatiye kirin.
Herwiha hat ragihandin ku tesîsên binesaziyê yên li herêma Srîfa li başûrê Lubnanê jî hatine hedefgirtin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hizbullah hewl dide ku hebûna xwe li tesîsên ku behsa wan tê kirin ji nû ve bicîh bike û hat gotin ku ev hewldan binpêkirina peymanên di navbera Îsraîl û Lubnanê de ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên Parastinê yên Îsraîlê wê operasyonên xwe yên ji bo jiholêrakirina her gefê li ser Îsraîlê bidomînin. Em ê her hewldanek Hizbullahê ya ji bo vegerandina kapasîteya xwe ya terorîstî têk bibin."