Kim Jong Un tetbîqatên nukleerî li dijî Washington û Seulê bi rê ve dibe

Kim Jong Un tetbîqatên nukleerî li dijî Washington û Seulê bi rê ve dibe

PeyamaKurd – Medyaya dewletê ya Koreya Bakur, îro roja Înê ragihand ku Serok Kim Jong Un serpereştiya tetbîqatên simulasyona êrîşên nukleerî yên li dijî Washington û Seulê kir. 

Ev tetbîqat rojek piştî avêtina mûşekên balîstîk ên menzîlkurt hatin, ku tê de mûşekên taktîkî û pergalên avêtina mobîl hatin ceribandin, bi armanca veguherîna bilez bo pozîsyona şerê nukleerî.

Koreya Bakur ev manevra wekî nîşandana amadebûna xwe di rewşa krîza nukleerî de bi nav kir. 

Karbidestên Koreya Başûr dibêjin ku ev tetbîqat dibe ku bi hevkariya leşkerî ya di navbera Pyongyang û Moskowê re têkildar bin.

Ev gav bi stratejiya Koreya Bakur a lezkirina pêşxistina çekên nukleerî, nemaze di hêzên deryayî de, hevaheng e. 

Di Nîsanê de, Koreya Bakur keştiyeke şer a 5,000 tonî ya bi çekên nukleerî yên taktîkî eşkere kir, ku şiyanên wê yên deryayî gelekî xurt dike.

Tevî qedexeyên Neteweyên Yekbûyî yên li ser bernameyên mûşekên balîstîk, Koreya Bakur hêzên xwe yên leşkerî wekî bergiriyek li hember manevrayên leşkerî yên hevpar ên Amerîka û Koreya Başûr bi nav dike, xurtkirina xwe didomîne.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.