Li Semsûrê minibus û otomobîlekî li hev ketin: 12 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li ser rêya Semsûrê û Kolikê (Kahta) minibusekî û otomobîlekî li hev ketin. Di encamê de 12 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Lêkolînê û Perwerdê ya Semsûrê. Nehat gotin bê rewşa birîndaran çawaye lê erebên ku qeza kirin ji nav rê rakirin da çûnûhatin çêbibe.
Di qezayê de tenê navên 2 ajotvanan hat ragihandin ku ew jî Mustafa K. û Feyzullah K. ne û di km ya 5an de qeza kirine.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.




