Rutte bo Pûtîn: Em di amade ne her bosta erdên NATOyê biparêzin

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, li Brukselê piştî civîna Konseya Atlantîka Bakur a NATOyê di civîna rojnamevanî de, binpêkirina axa Polonyayê bi rêya balafirên bêmirov nirxan.
Rutte ji Pûtîn re got: "Em amade ne û di rewşa amadebaşiyê de ne û em ê her bosteke axa NATOyê biparêzin."
Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte ragihand ku hevalbendan piştgiriya xwe ji Polonyayê re anîne ziman û reftara bêserûber a Rûsyayê şermezar kirin.
Rutte got, "Peyama min ji Pûtîn re zelal e. Şerê li Ûkraynayê bide sekinandin. Em amade ne, di rewşa amadebaşiyê de ne û em ê her bosteke axa NATOyê biparêzin."
Piştî civîna Konseya Atlantîka Bakur a NATOyê ku li Brukselê hat lidarxistin, Rutte di civîna çapemeniyê de behsa wê yekê kir ku şeva borî qada hewayî ya Polonyaya ku endamê NATOyê ye, ji aliyê balafirên bêmirov ên Rûsyayê ve hatiye binpêkirin.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




