Li Siwêdayê agirbest hat ragihandin: Hêzên Sûriyê ketin bajêr

PeyamaKurd- Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, li ser daxwaza Rêbertiya Durziyan, ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên di navbera komên çekdar ên Durzî û eşîrên Bedewî de ku ji roja Yekşemê ve didomin, ketin Siwêdayê.
Wezîrê Berevaniyê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, Lîwa Murhaf Ebû Qesra, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li bajarê Siwêdayê ku piraniya wê ji Durziyan pêk tê, agirbest hatiye ragihandin.
Ebû Qesra diyar kir, "Li Siwêdayê piştî lihevkirina bi mezinên bajêr û rûspiyên deverê re, em agirbesteke tam radigihînin. Em ê tenê bersiva yên ku gule bireşînin bidin û heke komên derqanûnî êrîş bikin em ê mudaxele bikin."
Qesra herwiha got ku piştî operasyona lêgerînê, kontrola Siwêdayê dê ji hêzên polîs ên girêdayî Wezareta Navxweyî re were veguhestin.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka pevçûnan ve 99 kes mirine, ji wan 60 Durzî (4 ji wan sivîl), 18 Bedewî, 14 personelên ewlehiyê û 7 kes jî bi unîformayên leşkerî yên nasnameya wan nehatibû zanîn bûn. Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê jî ragihandibû ku di dema pevçûnan de 18 leşker mirine.
Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.




