Medya Tirk: Ocalan piştî ji çav emeliyat bû bi telefonê tevlî kongreya PKKê bû

PeyamaKurd - Rojnameya Takvim a Tirkî piştî ku PKKê bi daxuyaniyekê lidarxistina kongreya xwe di 5-7ê Gulanê de ragihand, nûçeyek li ser kongreya PKKê belavkir ku tê de dibêje, Abdullah Ocalan bi rêya telefonê beşdarî kiriye.
Pervîn Buldan jî gotibû. "Dibe ku danûstandineke teknîkî ji bo beşdarbûna Ocalan di kongreyê de hatibe kirin, lê divê em di daxuyaniyan de baldar bin da ku zirarê nede vê pêvajoyê."
Rojnameya Takvîmê jî diyar kiriye ku kongreya PKKê li Silêmaniyê hatiye lidarxistin û Ocalan jî ji Girava Îmraliyê ji bo emeliyata çav anîne Enqereyê ku piştî vegera Îmraliyê jî bi rêya telefonê beşdarî kongreya PKKê bûye.
Hêjayî gotinê ye, PKKê ragihandiye ku ew dê di rojên pêş de naverok û belgeyên kongreya PKKê ya xwefesihkirin û danîna çekan belav bikin.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




