Pakistan: 5 balafirên Hindistanê û dronek hatin xistin; lê Hindistanê red kir

Pakistan: 5 balafirên Hindistanê û dronek hatin xistin; lê Hindistanê red kir

PeyamaKurd – Şerê di navbera Pakistan û Hindistanê de aloz dibin; Pakistanê îdia kir ku 5 balafirên Hindî û dronek xistine, lê Hindistanê red kir.

Li gorî Geo Newsê, artêşa Pakistanê ragihand ku di bersiva êrîşên mûşekî yên Hindistanê de 5 balafirên şer ên Hindî û dronek xistine xwarê. Baregeheke leşkerî ya Hindistanê û xaleke kontrolê li nêzî Xeta Kontrolê (LoC) hatine rûxandin. 

Ji aliyê din ve Pakistanê qada xwe ya hewayî ji bo 48 saetan girtiye, hemû firîn rawestiyane.

Hindistanê îdia red kirin û ragihand ku tu balafirên wê nehatine xistin.

Artêşa Hindî da zanîn ku Pakistanê sînorê Cemû û Keşmîrê gulebaran kiriye, 3 sivîl mirine. 

Her weha hate diyarkirin ku Pakistanê li Azad Keşmîrê operasyoneke leşkerî daye destpêkirin û li Îslamabada paytext jî perwerde daye rawestandin.

 

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.