Parêzgarê berê yê Kerkûkê Rakan Cibûrî ji gendeliyê hate desteserkirin

PeyamaKurd - Parêzgerê Kerkûkê yê sepandî yê berê, li paytexta Iraqê Bexdayê bi tometa gendeliyê hate desteserkirin.
Berdevkê Hevpeymaniya Ezim li Kerkûkê Ezaim Hemdanî eşkere kir ku parêzgerê Kerkûkê yê berê Rakan Seîd Cibûrî hatiye desteserkirin, lê ew nizanin tometa wî çi ye.
Hate zanîn ku Parêzgerê Kerkûkê yê berê bi tometa dozeke gendeliyê li Dadgeha Resafeyê ya Bexdayê hatiye desteserkirin, ku pêwendî bi alîkariyên malbatên awareyên şerê DAIŞê ve heye.
Hate diyarkirin ku Rakan Cibûrî bi madeya 340ê hatiye desteserkirin û bi fermana dadwerîyê hatiye girtin heta yekalîkirina doza wî.
Cibûrî piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017an bû parêzgerê Kerkûkê yê sepandî û heta roja 11.08.2024ê li ser wê postê ma ku paşê ji pişka YNKê Rêbiwar Taha li cihê wî hat danîn.
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




