Wezîrê sanayiya Tirkiyê Kacır: “Dahata me ya ji geştiyariyê giha 61,1 milyar dolarî”

PeyamaKurd – Wezîrê sanayî û teknolojiyê yê Tirkiyê li bajarê Kurdistanê, li Qarsê proja ‘nasnama dîrokî ya Bajarê Qarsê’ bi merasimekî vekir. Wezîr Mehmet Fatih Kacır, di vekirina merasima projê de axifî û got:
“Sala borî jimara geştiyarên ku hatin seredana welatê me, li gor sala berya wê %9,8 zêdetir bû û jimara wan giha 62,3 milyon kesî. Di dahata geştiyariyê de dahata Tirkiyê giha 61,1 miyar dolarî. Bo dewama pêşdebirina sektora geştiyariyê, divê em navendên balkêş bo geştiyaran zêdetir bikin û bo me armance.”
Civîna merasima projê, li salona konferansa bajêr ya rêvebiriya çandê û geştiyariyê çêbû. Di merasimê de Kacır got ew raziye Çiyayên Allahuekberê, Xerabeyên Aniyê, golên Qarsê bo bajêr kirine ciyên geştiyariyê û dixwaze gelek ciyên dinan jî amade bikin bo geştiyariyê.
Wezîr ragihand ku divê her ciyên bo geştiyaran pêdivî heye, wan ciyan amade bikin, li wan ciyan veberhênanê bikin, sektora geştiyariyê pêşde bibin da dahata welat zêdetir bibe.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.




