Demografiya nûfûsê ya Yûnanistanê di talûkê de ye

PeyamaKurd – Li gor rêjeyên wezareta karên navxwe ya Yûnanistanê, di sala 2024an de jimara miriyên ku li Yûnanistanê mirine, ji ya zarokên ku li Yûnanistanê hêj nûh hatine dinyayê 2 qat zêdetirin. Pispor vê rewşê weka guherîna demografiya nûfûsa Yûnanistanê şirove dikin.
Pispor, vê rewşê wekî nîşana guherîna demografîk rave dikin û hem ev wekî encama nezelaliya rewşa aboriyê û bê destekkirina hukumeta Yûnanistanê ya siyaseta malbatane ku bandorê li ser vê encamê kiriye.
Wezareta karên navxwe ya Yûnansitanê di rêjeya sala 2024an de dibêje ku di sala 2024an de 62.624 zarok hatine dinyayê û jimara kesên mirine 125.423 ne.
Serokê Beşa Demografiyê ya Zankoya Tesalya û hem serokê Enstituya Lêkolînên Nîfûsê, Viron Kocamanis ragihand ku jimara miriyan ji ya yên nûh hatine dinyayê 2 qat zêdetirin û ev rêje tenê yek nîşaneye ji nîşaneyên pirsgirêkên demografik yên Yûnanistanê.
Kocamanis got ku pîrbûna nûfûsê ne tenê sedeme ji bo kêmbûna zarokan lê nezelaliya aboriyê, dahata kêm ya serê nûfûsê, desteka kêm ya bo malbatan ji aliyê dewletê de, bandorê li ser biryara jin û mêrên ku nûh zewicîne dikin.
Li gor rêjeyaên welatên din yên Ewrûpayê; ev nisbet ber bi biçûkbûna Yûnanistanê ve ji aliyê nûfûsê de diçe û her diçe dadikevin jêr.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




