Serokwezîrê Zelanda Nû, bû mêvanê Erdoğan yê xwarinê

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi sedema salvegera 110em şerên Çanakkaleyê, xwarinê da serokwezîrê Zelanda nû Christopher Luxon. Xwarin li Dolmabahçe bû. Li ser hevdîtina her dû lîderan, serokatiya danûsitendinan ya serokkomariya Tirkiyê got:
“Luxon, li ofîsa serokkomariyê Tirkiyê ya Dolmabahçe ya Îstenbolê bi merasim hat pêşwazîkirin. Luxon piştî merasimê bi Erdoğan re hat cem hev û bo xatirê Luxon, Erdoğan şîva êvarê da. Her dû teref li ser dostaniya kevin xwestin ku têkiliyên xwe bêhtir pêşde bibin, li ser mijarên herêmê û kureyî, danûsitendinên ramanî kirin.
Di xwarina şîvê de wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, serokê daîra danûstendinan yê serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun, serşêwirmendê serokkomariya Tirkiyê Akif Çağatay Kılıç û ji heyeta Zelanda Nû kes hebûn.”
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.




