Helîkoptera polîsan ket deryayê: 5 kes mirin

Helîkoptera polîsan ket deryayê: 5 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Taylandê li bajarê Hua Hinê helîkoptera ku fira perwerdê dikir, piştî bi hewa ket, maweyekî bi şûn de ket deryayê. Di bûyerê de 5 polîs can dan û polîsekî giran birîndar bû û ew birin nexweşxanê.

Helîkoptera ku ket ya polîsê qraliyeta Taylandê ye û tîpa wê "Viking DHC-6 Twin Otter" e. Li ser ketina helîkopterê, tîmên rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê, cenazê her 5 polîsan ji avê derxistin qerexê deryayê û li cenazên wan merasimekî biçûk ya rêzgirtinê kirin.

Piştî merasimekî birçûk cenazên her 5 polîsan bo otopsiyê şandin nexweşxanê. Berdevkê polîsên qraliyeta Taylandê Archayon Kraithong di daxwuyaniya xwe de got ku helikopter bo perwerda paraşûtê bi hewa ketiye, di helîkopterê de 3 pîlot, 2 teknisyen û endazyarekî hebûye. Berdevk got ku gihane qutiya reş ya helîkopterê û piştî lêkolînên teknîkî wê sedema qezayê zanibin.

Ciyê bûyerê ji aliyê yekîneyên leşkerî de hatiye dorpêçkirin û li ser enqaza helîkoptera nav deryayê lêkolîn dewam dikin.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.