ENKSê bi fermî ji Mezlûm Ebdî xwest, dawî li koma ‘ciwanên şoreşger’ bîne

PeyamaKurd – Bi sedema ku koma Ciwanên Şoreşger bi ser PKKê ve, van demên dawî çalakiyên xwe yên taybet derbarê revandina zarokan de zêde kiriye, Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi fermî daxwaz ji fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Mezlûm Ebdî kir ku wê komê li Rojavayê Kurdistanê nehêle.
Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, çend hefteyên borî bi taybet jî ji dema destpêkirina proseya aştiyê li Rojavayê Kurdistanê û amadekariyên hilweşandin PKKê û çekdanînê komên Ciwanên Şoreşger ji ber sedemên nediyar çalakiyên xwe yên revandina zarokan li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.
Heta niha gelek malbatan vîdeo belav kirine û tîka û hawarê dikin ji bvegerandina zarokên xwe.
Berdevkê fermî yê ENKSê Feysel Yûsif li ser mijarê ji medya Kurdistanê re ragihandiye, beşa herî zêde ya wan kesên bi navê koma Ciwanên Şoreşger kar dikin, ne xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û erkê wan jî cuda ye ku beşek ji wan binkeyên partiyên ENKSê dişewitînin û endamên wan direvînin, beşek ji wan jî zarokan dixapînin û wan direvînin.
Yûsif da zanîn, “Me bi fermî daxwaz ji Mezlûm Ebdî kiriye ku ew komên girêdayî PKKê li Rojavayê Kurdistanê nemînin.”
Berdevkê ENKê da xuyakirin ku Mezlûm Ebdî jî ji wan koman bêzare û dixwaze çalakiyên wan bên rawestandin û nemînin.
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




