Piştî mirina Papa li du welatan şîn hate ragihandin

PeyamaKurd - Piştî mirina Papa Francis di 88 saliya xwe de, serokên cîhanê peyamên sersaxiyê bo civaka Xirîstiyanên Katolîk belav dikin. Li Arjantînê 7 roj û li Spanyayê jî 3 roj şîn hate ragihandin.
Serokên welatan wek Emmanuel Macron, Dick Schoof, Roberta Metsola, Ursula von der Leyen, Giorgia Meloni, Narendra Modi, Donald Tusk, Abdulfettah es-Sisi, Donald Trump, Mesud Pezeşkiyan, Isaac Herzog û Karin Keller-Sutter peyamên sersaxiyê belav kirin. Herwiha Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî peyamên sersaxiyê belav kirin.
Serokê Arjantînê Javier Milei ragihand: "Digel cudahiyên ku îro ne girîng xuya dikin, ji bo min şerefeke rastîn bû ku min nezaket û zanebûna wî nas kir. Hikûmeta Arjantînê 7 rojên şînê îlan kir.”
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez jî got: "Dilsoziya wî ya ji bo aştî, edaleta civakî û yên herî bêparastin mîrasek kûr ji me re hişt. Hikûmeta Spanyayê 3 rojên şînê îlan kir.”
Papa Francîsê bi navê xwe yê rastîn Jorge Mario Bergoglio ku di 17ê Kanûna 1936an de li Buenos Aires hatibû dinyayê, di 13ê Adarê 2013an de bûbû Papa yê yekem ji Amerîka Latînî.
Ev nivîs 150 car hatiye xwendin.




