Partiya DEMê piştî kongreya PKKyê banga aşitiyê û çareseriya demokratîk kir

Partiya DEMê piştî kongreya PKKyê banga aşitiyê û çareseriya demokratîk kir

PeyamaKurd – Partiya DEMê, piştî kongreya PKKyê, daxuyaniyek weşand û piştgirî da pêvaoyê.

Partiyê bang li meclisê û hikûmetê kir ku berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin û ji bo avakirina aştiya civakî ya mayînde roleke çalak bilîzin. 

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ve hate dayîn, Partiya DEMê destnîşan kir ku Tirkiye di dîrokê de gihîştiye qonaxeke pir girîng û ev gav wekî derfetek mezin ji bo bidawîkirina pevçûnên 50 salan û avakirina pêşerojeke aştîxwaz hate nirxandin. 

Partiyê tekez kir ku êdî dem hatiye ku siyaseta demokratîk û yekîtiya civakî li bi pêş bikeve, ne şer û înkar. 

DEMê soz da ku ew ê bi biryar ji bo aştiyeke domdar, wekheviya hemwelatîbûnê û siyaseta demokratîk bixebite, da ku ev pêvajo bi serkeftî bi encam bibe û bibe hêviyek ji bo Rojhilata Navîn.

 

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.