Putin, Fermandarê Giştî yê Hêzên Bejayî Salyukov ji kar dûr xist!

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn fermana ji kar dûrxistina Fermandarê Giştî yê Hêzên Bejayî Oleg Salyukov îmze kir.
Fermana ku ji hêla Putin ve hatiye îmzekirin di Sîstema Agahiyên Hiqûqî ya Dewleta Rûsyayê de hat weşandin.
Li gorî vê yekê, Salyukov ji fermandariya giştî ya hêzên bejayî hate dûrxistin û wekî cîgirê sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê hate tayînkirin.





