Rejîma Îranê lêkolerekî Kurd girt: 2 salan medyaya civakî jî lê qedexe kiribû

PeyamaKurd – Ejder Pîrî, edîtorê kovara “Lêkolînên Neteweyan”, bi tohmeta “propagandaya li dijî hikûmetê” salek cezayê girtîgehê lê hate birîn û bo Girtîgeha Navendî ya Kerecê hate veguhestin.
Lêkolerê Kurd ê 36 salî Ejder Pîrî, yê ji Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê û edîtorê kovara navneteweyî “Lêkolînên Neteweyan”, ji bo cîbicîkirina cezayê salek girtîgehê hate girtin.
Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Pîrî di Çileya 2025an de ji aliyê Şaxê 3yem ê Dadgeha Şoreşê ya rejîmê ya li Kerecê bi tohmeta “propagandaya li dijî hikûmetê” cezayê salek girtîgehê lê hate sepandin.
Her weha weke cezayê temamker, rejîmê bikaranîna medyaya civakî jî heta 2 salan lê qedexe kir.
Hengawê diyar kir ku çekdarên rejîmê di 21ê Cotmeha 2024an de bi êrîşekê bi ser mala Pîrî ya li Kerecê de girtibûn, ew binçav kiribûn, mala wî saxtî kiribûn û kelûpelên wî yên elektronîkî, wek telefon û laptopê, desteser kiribûn.
Ejder Pîrî piştî 26 rojan binçavkirinê, di 15ê Mijdara 2024an de bi barimteya 200 milyon Tûmenî (nêzîkî 4,734 Dolarî) bi awayekî demkî hatibû berdan, lê niha ji bo cîbicîkirina cezayê xwe dîsa hate girtin û bo Girtîgeha Navendî ya Kerecê hate veguhestin.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.





