SOHR: Artêşa Îsraîlê li Quneytra ya Sûriyê dewriye kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê careke din ketin gundewarên bajarê Quneytra yê başûrê Sûriyeyê.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewriyeyeke leşkerî ya hêzên Îsraîlê ket gundê Riwêhîna yê Quneytrayê, bêyî ku tu pevçûn çêbin.
Di nava bi kêmî 24 saetan de ev cara sêyemîn e ku hêzên Îsraîlê dikevin herêmên sînorî yên başûrê Sûriyeyê. Tevî vê yekê jî hêzên desthilata Şamê tu bersiv nedane.
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.




