Tîma Şopandina Givaşan ya Navdewletî: Kore ya Bakûr 20 hezar konteynir silah şand Rûsyayê

PeyamaKurd – Tîma Şopandina Givaşan ya Navdewletî ya NY, raporekî belav kir û di raporê de got ku Kore ya Bakûr di şerê Rûsyayê yê li hemberê Ûkrayna de ji 20 hezarî zêdetir konteynirên sîlih û muhîmmatan şandiye Rûsyayê.
Di raporê de hat gotin ku di nav sewqiyatê de 9 milyon guleyên topan û gelek fuze jî hene. Li gor raporê; sîlih û muhîmmat bi keştiyên Rûsya şandine û ev hevkarî perçeyekî ji koordînasiyona leşkerî ya hevkariya navbera Kore ya Bakûr û Rûsyayê ye. Ev sewqiyat her weha îhlala givaşên Neteweyên Yekgirtî yên Konseya Ewlehiyê ye.
Tîma çavdêriyê, bi sedema ku di konseya ewlehiyê ya NY (UN) de, Çîn û Rûsya mafê xwe yê vetoyê bikartînin, nikarin givaşan deynin ser Pyongyangê (Kore) lewra tîm hatiye avakirin. Di nav tîma şopandinê de, nûnerên DYA, Kore ya Başûr, Japonya û nûnerên 8 welatên ku endamên NY ne, hene.
Di raporê de hat gotin ku ji bo Kore bernama fuzeyan pêşbixe, Rûsya desteka zanistê didê, her du welat tevî biryarên NY hevkariya xwe ya leşkerî zêdetir dikin û biryara xwe wisa dane.
Sewqiyata sîlihan ya ji Kore ya Bakûr bo Rûsyayê, di Eylul a 2023an de destpêkiriye û Rûsya vê alîkariya Kore bo êrîşên xwe yên fuzeyan yên ser bajarên Ûkraynayê zêdetir bikin, bikartîne.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




