Wezîrê Derve yê Tirkiyê diçe Îmaratê!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan wê di 5ê Gulanê de bi serdaneke fermî serdana Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (ÎM) bike. Di têkiliyên xwe de, Fîdan wê li ser têkiliyên dualî, her wiha krîza mirovî ya li Xezzeyê, pêşketinên li Sûriyeyê û mijarên din ên herêmî nîqaş bike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatine wergirtin, Hakan Fîdan wê di hevdîtinan de tekez bike ku ji bo agirbesteke mayînde li Xezzeyê divê zexta navneteweyî li ser Îsraîlê were zêdekirin. Fîdan wê helwesta Tirkiyeyê ya li dijî koçberkirina bi darê zorê ya Filistîniyan ji welatê xwe dubare bike û diyar bike ku gihandina bênavber a alîkariyên mirovî armanca sereke ye.
Tê payîn ku Fîdan di têkiliyên xwe de diyar bike ku divê civaka navneteweyî li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê gavên astengker bavêje. Fîdan wê piştgiriya Tirkiyeyê ji bo yekparçeyiya ax û serweriya Sûriyeyê piştrast bike û herwiha wê balê bikişîne ser girîngiya rakirina dorpêçan li welêt ji bo şert û mercên jiyanê yên xelkê û hewldanên pêşkeftinê. Herwiha tê payîn ku Tirkiye û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî ji bo aştî û îstîqrara herêmî gavên hevbeş bavêjin.
Serdana Fîdan armanc dike ku hevkariya stratejîk a di navbera her du welatan de bêtir kûr bike. Bi Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind a ku di serdana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Îmaratê ya di sala 2023an de hat damezrandin, têkilî gihîştin asta hevkariya stratejîk.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.




