Sûdanî dê serdana Enqereyê bike

Sûdanî dê serdana Enqereyê bike

PeyamaKurd – Şandeyeke fermî ya Iraqê, bi serokatiya Mihemed Reza el-Huseynî, Serokê Beşa Welatên Cîran a Wezareta Karên Derve ya Iraqê, îro gihîşt paytexta Tirkiyê Enqerê. Hat ragihandin ku ev ziyaret ji bo amadekariyên serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ya vê hefteyê bo Tirkiyê hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Sefaretxaneya Iraqê ya li Enqereyê, şandeyê nûnerên wezaret û saziyên pêwendîdar ên Iraqê di nav xwe de dihewîne. Armanca sereke ya şandeyê ew e ku nîqaşên teknîkî li ser mijarên têgihîştinê yên ku dê bi aliyê Tirk re werin îmzekirin temam bike. Ev mijarên warên girîng ên wekî ewlehî, veguhastin, plansazî, perwerde, ragihandin û pîşesaziyê vedihewînin.

Serdana Serokwezîr Sûdanî tê payin ku hevkariya di navbera Iraq û Tirkiyê de di van waran de xurttir bike.

 

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.