Wezîrê Îranê serdana Erebistana Siûdî dike

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî serdana Erebistana Siûdiyê dike û piştre beşdarî Foruma Diyaloga Îranî-Erebî li Qeterê dibe. Hêjayî gotinê ye, ev serdan berî serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump ya hefteya bê bo Rojhilata Navîn pêk tê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro 9ê Gulanê ragihand, Araqçî dê sibe 10ê Gulanê bi serdanekê ber bi Siûdiyê ve biçe û dê rêzeyek hevdîtin û civînan ligel berpirsên wî welatî pêk bîne."
Beqayî diyar kir, Wezîrê Derve yê welatê wî ji bo beşdarîya Foruma Diyaloga Îranî-Erebî, dê sibe danê êvarê ji Siûdiyê ber bi Qeterê ve biçe.
Hate diyarkirin, ev serdana Wezîrê Derve yê Îranê ji bo Siûdiyê di demekê de tê ku têkiliyên di navbera her du welatan de di van salên dawî de bi alîkariya navbeynkaran ber bi başbûnê ve diçin.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.




