Yerlikaya: Piştî êrîşa li ser Ozel, nivîsên provokatîf ên li ser medyaya civakî têne şopandin!

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kir ku piştî êrîşa li ser Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel di merasîma bîranîna Sirri Sureyya Onder de pêk hat, kesên ku li ser medyaya civakî parvekirinên provokatîf kirin tên şopandin.
Onder, ku 18 roj bûn li nexweşxaneyê dihat dermankirin, doh ji ber "têkçûna pir-organan" mir û beriya merasîma cenaze, ji bo Sırrı Sureyya li Navenda Çanda Ataturk (AKM) merasîmek bîranînê hate lidarxistin.
Dema ku Ozel îro beşdarî merasîma li AKMê bû, gumanbarekî bi kulmê êrîşî wî kir.
Yerlikaya ragihandibû ku gumanbar hatiye girtin. Wezareta Karên Hundir ragihand ku êrîşkar di demên berê de du zarokên xwe kuştiye û bi şertî hatiye berdan.
Daxuyaniya dawî ya Yerlikaya ya li ser mijarê di Xê de wiha ye:
"Piştî êrîşa hovane ya li ser Serokê CHPê Ozgur Ozel, ew kesên ku li ser medyaya civakî postên provokatîf kirin ji hêla dewriyeyên me yên virtual ve bi baldarî têne şopandin."
Wekî her hewldanek ji bo hedefgirtina aştî û yekîtîya neteweya me, em ê kesên ku derbarê vê bûyerê de naveroka sûc parve kirine yek bi yek tespît bikin û wan bînin ber dadgehê."





