Biryara li ser parêzgehkirina Helebceyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin

PeyamaKurd – Biryara hikûmeta Iraqê ya dayîna statuya parêzgehê ji bo Helebçeyê, ku bi salan e tê nîqaşkirin û gelek caran tê paşxistin, di dawiyê de bû fermî.
"Qanûna Naskirina Helebceyê wek Parêzgeh" di Rojnameya Fermî ya Iraqê de hate weşandin û îro ket meriyetê. Bi vî awayî, Helebçe wekî 19emîn parêzgeha fermî ya Iraqê statuya yasayî bi dest xist.
Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şuwanî di civîneke çapemeniyê de li Bexdayê got, "Ji îro pê ve, Helebce bi fermî statuya wîlayetekê bi dest xistiye. Qanûn ketiye meriyetê û wê ji hemî saziyên pêwendîdar re were ragihandin."
Xalid Şuwanî di daxuyaniya xwe de ev tişt got:
"Ji îro pê ve, qanûn wê ji Serokatiya Iraqê, Parlamentoyê, saziyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re were şandin. Piştre, divê fermanek serokatiyê were derxistin û ev ferman careke din di Rojnameya Fermî ya Iraqê de were weşandin. Bi van gavan, hemî pêvajoyên qanûnî û îdarî yên derbarê bidestxistina statuya parêzgehê ji hêla Helebçeyê ve dê werin temam kirin."





