Mesrûr Barzanî: Geştiyarî ji bo aborî û nasandina Kurdistanê gaveke girîng e

PeyamaKurd – Îro, li bajarê Hewlêrê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 3yemîn Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn vekir.
Di axaftina xwe ya piştî vekirinê de, Barzanî pîrozbahî li organîzator û beşdarên pêşangehê kir û got:
“Em bi hev re, li gel hikûmetê, dikarin xizmeta gelê Kurdistanê bikin.”
Wî destnîşan kir ku xwezaya cihêreng û mêvanperweriya gelê Kurd geştiyaran rehet dike û ev yek Kurdistanê dike cihê balkêş ji bo geştiyariyê.
Barzanî diyar kir ku hikûmet ji bo pêşxistina sektora geştiyariyê, ku beşek ji siyaseta aborî ya Kurdistanê ye, gelek hewl dide. Wî got:
“Em dixwazin çavkaniyên dahatê cihêreng bikin û sektorên ku aboriyê geş dikin piştgirî bikin.”
Her weha, wî bal kişand ser dewlemendiya dîrokî, çandî û xwezayî ya Kurdistanê, mîna Kela Hewlêrê, ku wek yek ji kevintirîn bajarên cîhanê tê zanîn.
Serokwezîrê Kurdistanê tekez kir ku armanc ew e ku geştiyarên biyanî bên herêmê û nasnameya neteweyî ya Kurdistanê li cîhanê bê naskirin. Wî diyar kir:
“Pêşxistina geştiyariyê dê derfetan ji bo kar zêde bike û bibe alîkar ku em bedewiya xwezayî, dîrok û çanda xwe nîşanî cîhanê bidin.”
Barzanî herêmên cihê yên Kurdistanê bi taybetmendiyên wan ên xwezayî û dîrokî ve girîng dît û bang kir ku xizmetên modern ên wek otêl û xwaringeh bêne pêşxistin da ku mêvan baştir bên pêşwazîkirin û da zanîn ku projeyên hikûmetê dê wek katalîzator ji bo geşepêdana sektora geştiyariyê bin.
Di dawiyê de, Mesrûr Barzanî careke din pîrozbahî li beşdaran kir û got:
“Kurdistan dê her tim di pêşveçûnê de be. Bi xêr hatin!”
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.





