Mesrûr Barzanî 3yemîn Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê vekir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani îro li bajarê Hewlêrê pêşangeha geştiyariyê ya Rojhilata Navîn (METEX2025) vekir.
Fûara ku dê mazûvaniya 120 şirket û rêxistinên geştiyariyê ji 20 welatan bike, dê heta 8ê Gulanê berdewam bike.
Berdevkê Lijneya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdilmecîd ji çapemeniyê re axivî û got ku di pêşangehê de dê di navbera şirketên li Herêma Kurdistanê û şirketên biyanî de gelek peyman û têgihîştin werin îmzekirin.
Berdevk Ebdilmecîd got ku ew li bendê ne ku geştiyariya Herêma Kurdistanê ji bo cîhanê were vekirin.
Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.




