DYA: Em piştgiriyê didin hewildanên Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd - Balyozê Giştî yê DYAyê Gwendolyn Green diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê piştgiriyê bide hewildanên Herêma Kurdistanê ji bo avakirina paşerojek ewletir, aramtir û geştir.
Balyozê Giştî yê DYAyê Gwendolyn Green beşdarî civînek bi rayedarên payebilind ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Herêma Kurdistanê re bû da ku pêkanîna Memoranduma Têgihîştinê ya 2022an binirxîne.
Di civînê de reform û pêşketinên di nav Hêzên Pêşmerge de hatin nirxandin, û li ser gavên nû ji bo pêkanîna hemî bendên memorandumê, bi armanca avakirina hêzek leşkerî ya profesyonel û yekgirtî, lihevkirinek hat kirin.
Her du aliyan pabendbûna xwe ya bi pêvajoya reformê di nav Hêzên Pêşmerge de ji nû ve piştrast kirin û tekez kirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê piştgiriyê bide hewildanên Herêma Kurdistanê ji bo avakirina paşerojek ewletir, aramtir û geştir.





