Li Şinoya Rojhilatê Kurdistanê, çekdarên rejîma Îranê 2 zarok binçav kirin

Li Şinoya Rojhilatê Kurdistanê, çekdarên rejîma Îranê 2 zarok binçav kirin

PeyamaKurd – Li gorî rapora Saziya Mafên Mirov a Hengawê, çekdarên rejîma Îranê li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê, 2 zarokên 16 salî yên bi navê Diyar Gergul û Alan Tabnak binçav kirin.

Hat ragihandin ku bûyer duh, serê sibeha roja Çarşemê, 17ê Îlona 2025an, pêk hat. Li gorî çavkaniyên herêmî, çekdarên rejîma Îranê bêyî ku tu belgeyeke hiqûqî pêşkêş bikin, avêtine ser malên van her du zarokan û ew bi zorê binçav kirine.

Piştî girtinê, Diyar Gergul û Alan Tabnak bo cihekî nediyar hatine neqilkirin. Heta niha tu agahî derbarê rewş û cihê ragirtina wan de di dest de nîne.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.