Îran: Danûstandinên bi DYAyê re berdewam dikin, lê aloziya vîze û cezayan zêde dibe

Îran: Danûstandinên bi DYAyê re berdewam dikin, lê aloziya vîze û cezayan zêde dibe

PeyamaKurd – Hikûmeta Îranê piştrast kir ku pevguhertina peyamên nerasterast bi Amerîkayê re berdewam dike. Lê di heman demê de, Tehranê Waşington bi binpêkirina erkên xwe yên mêvandariya Neteweyên Yekbûyî (NY) tawanbar kir, ji ber ku li ser şandeyên Îranî sînordarkirinên vîzeyê ferz dike. Ev yek di demekê de diqewime ku metirsiya jinûve ferzkirina cezayên navneteweyî li ser Îranê zêde dibe.

Berdevka hikûmeta Îranê, Fatîma Muhaceranî, îro ragihand ku danûstandinên bi Waşingtonê re didomin. Li ser vê mijarê, Berdevkê Wezareta Karên Derve, Îsmaîl Bekayî, da zanîn ku hin welatên herêmî hewl dane navbeynkariyê bikin, lê tu welatek bi awayekî fermî wek navbeynkar nehatiye destnîşankirin.

Bekayî herweha sînordarkirinên vîzeyê yên Amerîkayê li dijî şandeyên Îranî wek "bê mînak" bi nav kir û got, "Ev kiryar li dijî erkên Amerîkayê wek welatê mazûvanê Neteweyên Yekbûyî ye."

Ev geşedan di bin siya "mekanîzmaya cezakirinê de diqewimin. Fransa, Almanya û Brîtanyayê di 28ê Tebaxê de ev pêvajo dan destpêkirin. Heke Îran di nav 30 rojan de li gorî sozên xwe yên di peymana nukleerî de tevnegere, cezayên navneteweyî yên berê hatibûn rakirin, dê jinûve werin çalakirin.

Li hember vê yekê, Bekayî tekez kir ku Îran her dem alîgirê dîplomasiyê ye. Wî behsa peymaneke nû ya bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) re kir ku ji aliyê serokê ajansê Rafael Grossi ve jî hatiye pejirandin, lê diyar kir ku pêngavên welatên Ewropî dibin sedema nakokiyan bi Ajansê re.

Di dawiyê de, rêveberiya Tehranê da zanîn ku ew ê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wek derfetekê bibîne da ku helwêsta xwe ya li ser pêşketinên cîhanî û herêmî bîne ziman.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.