Li Amerîkayê 3 polîs hatin kuştin

Li Amerîkayê 3 polîs hatin kuştin

PeyamaKurd – Li eyaleta Pensilvanyayê ya Amerîkayê, di encama êrîşeke çekdarî ya li dijî hêzên ewlehiyê de, 3 polîs hatin kuştin û 2 polîsên din jî bi awayekî giran birîndar bûn.

Li gorî nûçeya The New York Timesê, bûyer, îro, roja Pêncşemê, li herêma York Countyê qewimî. Rayedaran diyar kir ku tîmeke polîsan ku ji bo lêpirsînekê li devereke gundewarî bûn, rastî gulebaranê hatin.

Di encama êrîşê de, 3 polîs li cihê bûyerê hatin kuştin. Hat ragihandin ku êrîşkar jî ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin û bêbandorkirin. Du polîsên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê û rewşa tenduristiya wan wekî "krîtîk" tê binavkirin.

Piştî bûyerê, Wezîra Dadê ya Amerîkayê, Pam Bondiyê, li ser platforma Xê ragihand ku efserên Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ji bo piştgiriyê gihîştine cihê bûyerê û alîkariya hêzên herêmî dikin.

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.