Îlham Ehmed: Diyaloga bi Şamê re bi îradeya Sûrî ye, lê rola welatên garantor krîtîk e

Îlham Ehmed: Diyaloga bi Şamê re bi îradeya Sûrî ye, lê rola welatên garantor krîtîk e

PeyamaKurd – Hevseroka Daîreya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmedê ragihand ku danûstandinên wan ên bi hikûmeta Şamê re li ser bingeha "îradeyeke Sûriyî ya xweser" û bêyî tu zexteke derve, bi taybetî ji aliyê Amerîkayê ve birêve diçin. Ehmedê tekez kir ku ji bo misogerkirina gavên berbiçav di pêvajoya çareseriyê de, beşdarbûna "welatên garantor" xwedî giringiyeke jiyanî ye.

"Diyaloga bi Şamê re îradeya Sûriyî ye" 

Di hevpeyvîneke xwe de bi Independent Arabiaê re, Ehmedê armanca sereke ya danûstandinan wek avakirina "diyalogeke rasteqîn a Sûrî-Sûrî" pênase kir. Wê got, "Pêwîst e yekîtiya Sûriyeyê were parastin, mafên hemû pêkhateyan werin naskirin û şefafî di rêveberiyê de hebe." Wê îdiayên ku Rêveberiya Xweser ji krîzên Şamê sûd werdigire red kir û anî ziman, "Ev ne rast e û ne jî exlaqî ye. Sûriyeyeek bihêz û aram tenê bi sîstemeke nenavendî ya ku xweseriya herêmî qebûl dike, pêkan e."

Îlham Ehmedê bi bîr xist ku hewldana Fransayê ji bo lidarxistina hevdîtinan li Parîsê di Tîrmehê de, du caran ji aliyê Şamê ve hatiye redkirin. Ji ber vê yekê, niha danûstandin bi awayekî dualî li Şamê berdewam dikin. Wê da zanîn ku derengî di pêkanîna peymana 10ê Adarê ya di navbera Ehmed Şerîet û Mezlûm Ebdî de çênebûye û tê payîn ku di nêzîk de komîteyên teknîkî ji bo nîqaşkirina yekxistina saziyan bicivin.

Vegera koçberan û mafên Kurdan 

Wê tekezî li ser pêwîstiya vegera bi sed hezaran koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û got, "Vegerandina ewle ya van kesan pêşîniya me ya sereke ye. Gelê Efrînê niha li dibistanên Reqa û Tebqayê dimînin, ku ev yek bandoreke neyînî li perwerdeyê dike." Wê herweha ragihand ku şandeyeke hevbeş a Kurdî, ku nûnertiya partî û komên cuda dike, ji bo danûstandinên bi Şamê re amade ye.

Di dawiyê de, Ehmed giringiya têkiliyên bi welatên Ereb re destnîşan kir û got, "Cîhana Erebî ji bo Sûriyeyê kûrahiyeke stratejîk e." Wê da zanîn ku ew dixwazin welatên Ereb di pêvajoya aştî û ewlehiyê de roleke çalak bilîzin û beşdarbûna welatên garantor ji bo serkeftina pêvajoyê şertekî bingehîn dibînin.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.