Îranê bi hinceta sîxurtiya MOSSADê kesek îdam kir

PeyamaKurd- Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya girêdayî Saziya Dadweriya Îranê ragihand, kesek bi îdiaya ku di dema şerê 12 rojan de ji bo servîsa îstîxbarata Îsraîlê MOSSADê sîxurî kiriye, hatiye îdamkirin.
Hat diyarkirin ku kesê bi navê Babak Şahbazî, agahiyên hesas ên li ser yekîneyên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê kom kiriye û bi pere û welatîbûna welatekî sêyemîn firotiye û ji ber hevkariya îstîxbaratî û ewlehiyê ya bi Îsraîlê re hatiye mehkûmkirin.
Herwiha hat destnîşankirin ku Şahbazî bi Îsmaîl Fekrîfer re xebitiye, ku ew jî ji destpêka sala 2022an ve bi hinceta sîxurtiya ji bo Îsraîlê, meha hezîranê hatibû îdamkirin.
Parêzerê Şahbazî li dijî cezayê îdamê serlêdana îtîrazê li Dadgeha Bilind kiribû, lê daxwaza wî hatibû redkirin.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.





