Guterres: Ez ê daxwazên Kurd û Durziyan bi Ehmed Şera re gotûbêj bikim

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand, ew ê daxwazên Kurd û Durziyan bi Serokomarê qonaxa veguhêz ê Sûriyê Ehmed Şera re gotûbêj bike.
Antonio Guterres di civîneke rojnamevanî de got ku ew ê di civîna çaverêkirî ya li gel Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera de, daxwzên pêkhateyên olî û netewî û di serî de jî yên Kurd û Durziyan gotûbêj bike.
Guterres wiha axivî: "Divê yekbûna xaka Sûriyê were parastin, lê di heman demê de divê rêzgirtin li nasnameya hemû pêkhateyan û mafê beşdariya wan ya temam di proseya siyasî de were misogerkirin".
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




